PeyamaKurd - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku di encama du operasyonan de 5 terorîstên DAIŞê li Qamişlo û gundewarê Dêrazorê hatine desteser kirin.
Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, şervanên HSDê roja 24ê vê mehê operasyonek li navçeya Şihêl li gundewarê Dêrazorê pêk anîn û tê de 4 çekdarên DAIŞê desteser kirin.
HSDê diyar kir, hêzên wan roja 25ê vê mehê jî operasyonek li gundê Til Hemîs ê ser bi Qamişlo ve pêk anîn û çekdarekî DAIŞê desteser kirin.
Li gorî daxuyaniyê wî çekdarê DAIŞê alîkariya malbatên DAIŞê dikir da ku ji kampa Holê birevin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin