HSDê li ser êrîsa qereqola sînorê Dîlokê daxuyanî da

HSDê li ser êrîsa qereqola sînorê Dîlokê daxuyanî da

PeyamaKurd – Li ser êrîşa şeva borî ya qereqola sînorî ya li Karkamiş a Dîlokê, Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) bi daxuyanîyekê red kir ku ew êrîş ji aliyê wan ve hatibe kirin.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihandibû ku ji ser Kobaniyê êrîşa bi topên hawinê hatiye kirin ku 4 leşker û sivîlek birîndar bûye û wan jî bersiva êrîşê daye.

Di daxuyaniya Navenda Ragihandinê ya HSDê de hat gotin ku ti pêwendiya wan bi wê êrîşê nîne û hat diyarkirin: “Ev bûyer provakasyonek e û bi vê provakasyonê ve hedef dikin ku êrîşên xwe li hember axa Bakûr û Rojhilatê Sûriye dijwartir bikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin