PeyamaKurd – Meclisa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku wan bersiv daye êrîşên hêzên Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê yên li herêma Babê û di şer de 3 şervanan jiyana xwe ji dest daye.
Navenda Çapemeniyê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ya bi ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku êrîşên artêşa tirk a dagirker ên li ser herêmên bakur, başûr û rojhilatê Minbicê dewam dikin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku balafirên bêmirov ên artêşa tirk 2 caran êrîşî gundê Qura kiriye.
Meclîsa Leşkerî ragihand ku bersiva êrîşan hatiye dayîn û êrîşa li herêma Babê hatiye şikandin.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku di encama şer de gelek endamên ANSyê û 3 şervanên HSDyê jî jiyana xwe ji dest dane.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin