Pakistan bi TTP ê re agirbesê çêkir

Pakistan bi TTP ê re agirbesê çêkir

PeyamaKurd – Hukumeta Pakistanê ragihand ku bi rêxistina TTP ê agirbesê çêkirine. Li ser agirbesê wezîrê weşangeriyê û agahiyê Çaûdrî Fawad Huseyn li payîtext Îslamabadê ji çapemeniyê ra ragihandinan kir. Wezîr ragihand ku di 1 ê cotmehê de serokwezîr Îmran Xan bi TTP ê re axaftin kiriye, hevdîtin di wê demê de destpêkiriye û her dû teref ji bo agirbesê lihev kirine.

Huseyn got ku di hevdîtinan de Talîban rolekî berbiçav leyîstiye û hevdîtin li gor destûra Pakistanê meşiyaye. Li ser meşa pêvajoyê; wê agirbes heya kengê dewam bike nehat gotin.

Grûba TTP ê grûbeka çekdare û li hemberê hukumeta Pakistanê şer dike lê TTP heya nihali ser agirbesê ti agahî neda.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin