PeyamaKurd – Encûmena Asayîşa Navdewletî, di daxuyaniyekê de ji bo serkeftina hilbijartinên Iraqê, pîrozbahî li xelkê Iraqê kir û da zanîn; li gor raportên destpêkê, hilbijartinên 10ê Cotmehê, ji hilbijartinên berê yên Iraqê cuda bû û hilbijartineke pak û qaqij bû.
Encûmena Asayîşê eşkere kir, ew piştevaniya encamên hilbijartinan dikin û di beşeke din a daxuyaniya xwe de piştevaniya hewldanên Nûnera Neteweyên Yakbûyî ya li ser serkeftina hilbijartinan dike.
Herwiha di daxuyaniyê de hat diyarkirin, li ser daxwaza Komîsyon û Hikûmeta Iraqê, Neteweyên Yekbûyî alîkarî û piştevaniya lojîstîk pêşkêş kirine û rola çavdêriyê di hilbijartinan de lîstiye.
Encûmena Asayîşa Navdewletî li ser ragihandina encaman, daxwaz ji aliyên Iraqê dike ku bertekên wan bila negihîje asta derketina aloziyê û di çarçoveya yasayan de nerazîbûna xwe nîşan bidin. Herwiha daxwaz dike ku aliyên serkeftiyên hilbijartinan hikûmetekê ava bikin, ku bersiva daxwazên xelkê Iraqê be û bikare aboriyê pêş bixe û derfeta derbara baş ji bo welatiyan dabîn bike.
Li ser van daxwazên Encûmena Asayîşa Navdewletî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî diyar kir; ew pêşwazî li daxuyaniya Encûmena Asayîşê dike. Herwiha ji hemû aliyên siyasî daxwaz kir ku ji bo pêkanîna hikûmeteke giştgîr lez bikin, ku şiyana wê ya avakirina siberojeke baş ji bo gelên Iraqê hebe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin