PeyamaKurd- Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konşenkov got ku Îsraîlê agahiyên xelet dane me û pîlotên Îsraîlê ne pispor bûn.
Rûsya li ser balafira xwe ya ku ji aliyê Sûriyê ve hatibû daxistin, lêkolînên xwe didomîne. Vê carê jî Berdevkê Wezareta Parastinê yê Rûsyayê Îgor Konşenkov di derbarê bûyera balafirê de daxuyaniye da û got ku Îsraîlê ji bo herêma ku wê lê êrîşê bike, agahiyên xelet dane me. Ji ber vê yekê balafira Îl-20ê wan nebiriye cihekî bi ewle.
Konşenkov wiha dewam kir: “Îsraîl peymana ku li dijî qezayan hatiye girêdan, îlhlal dike. Îsraîlê bi zanîn agahiyên xelet dide ku bibe sebeba qeza û gengeşiyê.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin