Îlham Ehmed: Êrîşên li ser Helebê ‘şerê qirkirinê’ ne

Dîroka weşanê :
Îlham Ehmed: Êrîşên li ser Helebê ‘şerê qirkirinê’ ne

PeyamaKurd – Hevseroka Beşa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmedê daxuyaniya "şerê berfireh" a li dijî taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiye bi tundî şermezar kir.

Ehmedê ev biryara Wezareta Parastinê ya rejîma Sûriyeyê wekî "şerekî qirkirinê û tunekirinê" li dijî Kurdan pênase kir.

Ehmedê destnîşan kir ku ev taxên Helebê bi sivîlan tije ne û piraniya niştecihên wan koçberên Efrînê ne ku berê ji ber şer hatine derkirin. Wê diyar kir ku tevî hemû hewildanên wan ên ji bo diyalogê û pabendbûna wan a bi "Peymana 1ê Nîsanê", aliyê Şamê hemû deriyên diyalogê girtine û rêya leşkerî hilbijartiye.

Hevseroka Têkiliyên Derve bang li gelê Sûriyeyê û ciwanan kir ku li dijî vê wêrankariyê dengê xwe bilind bikin û şer red bikin. Ev daxuyanî piştî ku Artêşa Sûriyeyê ragihand ku çeperên HSDê yên li Helebê "hedefên leşkerî yên rasterast" in, hate belavkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin