PeyamaKurd - Meclîsa Sûriya Demokratîk (MSD) red dike ku ‘Herêma Ewle’ rê li ber derbasbûna Artêşa Tirkiyê bo nava axa Sûriyê veke û diyar dike, ew aliyê sêyem yê wê mîkanîzma ewlekariyê ne ku di navbera Tirkiyê û Amerîka de rêkeftin li ser hatiye kirin.
Hevseroka MSDê Îlham Ehmed ji medyaya Amerîkayê re ragihand, li gorî rêkeftina ku hatiye kirin, YPG dê hêzên xwe bi dûriya 5 kîlometran ji sînor vekişîne.
Îlham Ehmed got ku Rêveberiya Xweser, Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) metirsiyê li ser ewlehiya netewî ya Tirkiyê çênakin û helwesta Tirkiyê wekî hincet bi nav kir.
Hevseroka MSDê diyar kir, rêkeftina ku li ser herêma ewle hatiye ragihandin, rê li pêşiya Tirkiyê xweş nake ku destwerdanê di nava karûbarê herêmê de bike û hêzên xwe jî bîne nav axa Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê.
Îlham Ehmed wiha axivî: “Ya ku em li vir behs dikin ne vekirina rêyê ye ji bo destwerdana Tirkiyê di karûbarên navçeyê de, herwiha ne vekirina rêye heya ku artêşa Tirkiyê derbasî nav axa Sûriyê bibe, lê belê ji hev fêm kirine li ser çend xalên diyar kirî , ji bo gihîştina bi rêkeftina dawiyê di derbarê mijarên hilawîstî de.”
Ehmed destnîşan kir, lihevkirin li ser çend xalên destnîşankirî heye û ew dixwazin ji cîhanê re bidin xuyakirin ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkan amade ne.
Hevseroka MSDê derbarê vekişîna Amerîka ji Sûriyê jî got, niha ti axaftinek li ser vekişandinê nayê kirin, lê dibe ku pêwîst be Amerîka hêzeke din ji bo mekanîzmeya ewlekariyê bişîne herêmê ku Washington û Enqerê li ser li hev kirine.
Ehmed da xuyakirin, ku “heta niha me ti zaniyariyên zelal nînin ka hikmeta Amerîkayê di vê derbarê de dê çi biriyarekê bide.”
Îlham Ehmed herwiha bi bîr xist ku ew rijd in li ser “çareseriya aştiyane û gotûbêjkirina bo çareserkirina mijaran” û got, em ligel gotûbêjan û ji hev fêmkirinê ne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin