Îlham Ehmed: Piştgiriya gelê Kurd li hemberî gefên qirkirinê xeta parastinê ye

Dîroka weşanê :
Îlham Ehmed: Piştgiriya gelê Kurd li hemberî gefên qirkirinê xeta parastinê ye

PeyamaKurd – Berpîrsa Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê, Îlham Ehmedê bi peyameke fermî spasiya gelê Kurd û dîasporayê Kurdan kir ji ber helwêsta wan a nîştimanî.

Îlham Ehmedê destnîşan kir ku hevgirtina gelê Kurd a bi Rêveberiya Xweser û hêzên wê re, di vê qonaxa hesas a li Sûriyeyê de veguheriye "xeteke rasteqîn a parastinê".

Îlham Ehmedê.di peyama xwe de ya ku roja Înê (23yê Rêbendana 2026an) belav kir, bal kişand ser giringiya xebatên siyasî, civakî û medyayî yên Kurdan.

Îlham Ehmedê diyar kir ku ev piştgiriya giştî rûmeta gel û mafê wan ê jiyaneke azad diparêze. Her wiha bang li Kurdan kir ku vê yekîtiya xwe berdewam bikin da ku hemû gefên qirkirinê yên li ser gelê Kurd werin pûçkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin