Serdozgeriya Amedê: Ala Kurdistan û "Bijî Kurdistan" ne tawan e

Serdozgeriya Amedê: Ala Kurdistan û "Bijî Kurdistan" ne tawan e

PeyamaKurd - Serdozgeriya Komarê ya Amedê, di derbarê 7 kesên ku di leyztika Amedspor û Bursasporê de Ala Kurdistanê berz kiribû û drûşma “Bijî Kurdistan”ê qêriyabûn de biryareke îstîsna da.

Serdozgeriya Amedê berzkirina ala Kurdistan û drûşma 'Bijî Kurdistan'ê wek tawan nedît û di derbarê lêpirsînê de biryara neşopandinê da û dosyayê betal kir.

Dozgeriyê di biryara xwe de bi bîr xist ku ev al a Rêveberiya Herêma Kurdistanê ye û ti bingeheke yasayî ya tawanbarkirinê ya vê lêpirsînê tune ye.

Di biryara Serdozgeriya Komarê ya Amedê de dozgeriyê balê kêşaye ser xala 3713yan a tawanê propagandayê û gotiye ji bo tawanbarkirinê pêwist e li ser navê rêxistinekê tundî, zordarî û handana tundiyê hebe û wiha gotiye:

“Lê di vê bûyera berbiçav de tu hêmaneke tawanî nehatiye dûpatkirin û bingeheke yasayî ya tawanî pêk nehatiye. Ji ber vê çendê biryar ev e ku ev dosya neyê şopandin.”

25ê Îlona 2022yan de li Stadyûma Amedê, di leyztika Amedspor û Bursasporê de alên Kurdistanê hatibûn berzkirin û dirûşma “Bijî Kurdistan”ê hatibû qêrîn.

Piştî ku ew dîmen di medyayê de belav bûn di derbarê 7 kesan de lêpirsîn hatibû destpêkirin û 5 ji wan hatibûn desteserkirin û ev 5 kes jî bi şertê kontrola dadî serbest hatibûn berdan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin