PeyamaKurd - Rêxistina Kar û Xebatê ya Navnetewî (ILO) ragihand ku, tê çaverêkirin ku ji ber koronayê (Covid-19) 195 milyon kes bêkar bimînin ango karê xwe winda bike.
Rêxistina Kar û Xebatê ya Navnetewî (ILO) ku girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY) ye, bi raportekê diyar dike ku dê vîrûsa koronayê bandorê li ser aborî û xebatê jî bike. ILO dibêje pandemî dê bi awayekî neyînî bandorê li ser jiyana kar û xebatê jî bike.
Berpirsê ILOyê Ryder da zanîn ku herî zêde sektorên wekî turzîm, bazirganî, perakende, kel û pelên xwarinê û îmalatê zirarê dibînin û di encamê de heye ku 195 milyon kes karê xwe yê daîmî winda bikin..
Rêxistina ILOyê ku navenda wê li Cenevreyê ye, di 18ê Adarê de bi daxuyaniyekê ragihandibû ku dê ji ber koronayê li seranserê cîhanê 25 milyon kes karên xwe winda bikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin