YE: Lihevkirina Tirkiye û Îsraîlê, cihê kêfxwesiyê ye

YE: Lihevkirina Tirkiye û Îsraîlê, cihê kêfxwesiyê ye

PeyamaKurd- Ji aliyê rayedarê Yekîtiya Ewropayê (YE) Oliver Varhelyi ve asayîkirina têkiliyên navbera Tirkiye û Îsraîlê, hat nirxandin. Varhelyi li ser vê lihevkirinê, razîbûna xwe anî zimên û da zanîn ku ew ji piştgiriyê re jî amade ne.

Berpirsê Komîsyona Dorfirehkirin û Cîrantiyê yê Yekîtiya Ewropayê Oliver Varhelyi, bi rêya medyaya civakî peyamek parve kir û lihevkirina Îsraîl û Tirkiyeyê ya piştî 10 salan nirxand. Oliver Varhelyi di daxuyaniyê de got,

“Min, lihevkirina Tirkiye û Îsraîlê ya ji nû ve avakirina têkiliyên dîplomasiyê, bi kêfxweşî pêşwazî kir. Ev yek, ji bo zêdekirina aramiya herêmê dê bibe qonaxeke nû. Yekîtiya Ewropayê, amade ye ku piştgiriya bingehên nû yên hevkariyê bike.”

Duh hatibû ragihandin

Rayedarên Îsraîl û Tirkiyeyê, duh ragihandibû ku piştî aloziyên dîplomasiyê yên dûvdirêj, wan biryar daye ku têkiliyên navbera xwe asayî bikin û ji aliyê rayedarên herdu welatan ve hat ragihandin ku dê hem konsul li karê xwe vegerin hem jî di gelek waran de dê pêwendî bên xurtkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin