PeyamaKurd- Senatorê Amerîkî yê 81 salî John McCain jiyana xwe ji dest da. John McCain tedawiya tumora mêjî didît û li gorî agahiyan, tedawiya xwe dabû sekinandin.
Ofîsa John McCain di derbarê bûyerê de daxuyaniyeke nivîskî da û wiha got: “Senatorê navdar yê komarparêz John McCain roja şemiyê piştî nîvro jiyana xwe ji dest da. John McCain ji havîna par ve ji ber kansêra mêjî tedawî didît û di taliya emrê xwe de wextê xwe bi malbata xwe re derbas dikir.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin