PeyamaKurd- Koordînatorê Ragihandina Stratejîk a Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Koşka Spî John Kirby diyar kir ku li gorî wan, agirbesta di vê demê de dê sûdê bide Hamasê.
John Kirby, di civîna çapemeniyê ya rojane de bersiva pirsên rojnamevanan da û pê re jî nêrîna Koşka Spî ya li ser agirbesta navbera Hamas Îsraîlê ragihand û got ku "Rawestandina êrîşên Îsraîlê yên li ser Şerîda Xezayê dê ne bersivek rast be, ev dê niha bi kêrî Hamasê were."
Kirby bal kişand ser wê yekê ku Amerîka pêşwaziya ji bo derxistina sivîlên ku dixwazin ji tundûtûjiya li Xezayê birevin û gihandina alîkariyên mirovî ji herêmê re bên hêsankirin, dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin