Netanyahu Kabîneya Ser belav kir

Netanyahu Kabîneya Ser belav kir

PeyamaKurd – Hate angaştin ku Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu Kabîneya Şer a Îsraîlê ku di 7ê Cotmeha sala çûyî, dema şerê Hemas û Îsraîlê yê Xezzeyê destpêkir hatibû damezirandin rûxandiye.

Reutersê ji zarê jêderên Îsraîlî ragihand ku Netanyahu Kabîneya Şer a Îsraîlê belav kiriye.

Gantz ji kabîneyê vekişiyabû

Ev angaşta belavkirina kabîneyê, piştî ragihandina destjikarberdanê ya endamê Kabîneya Şer Benny Gantz hat. Gantz çend roj beriya niha di daxuyaniya xwe de got: “Ez bi xemgînî radigihînim ku min bi fermî dest ji karê xwe yê vê hikûmetê berda ye.”

Gantz di daxuyaniya xwe de ji ber bi serê xwe biryaran distîne Netanyahu bi awayekî tund rexne kiribû û angaştibû ku “Netanyahu, pêşketina Îsraîlê ya ber bi serketfina rasteqîn ve asteng dike.”

Aloziya navbera Netanyahu û artêşê

Li gel pirsgirêk û aloziyên nav kabîneyê, di navbera Netanyahu û artêşê de jî aloziya ku xwe di 'agirbesta taktîkî' de der kiribû hebû.

Weke tê zanîn artêşê duh daxuyandibû ku wan 'agirbesta taktikî' ragihandiye. Piştî vê geşedanê Serokwezîrê Îsraîlê Benyamin Netanyahu, ji ber ew nehatiye agahdarkirin bertekeke tund nîşan dabû.

Netanyahu diyar kiribû ku wî agahiya 'agirbesta taktîkî' ji çapemeniyê bihîstiye, ew jê nehatiye agahdarkirin û wiha got: "Ez di derbarê daxuyaniya ku hatiye dayîn de pêşwext nehatim agahdarkirin û bi min re nehatibû koordînekirin. Ev yek qet nabe."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin