WSJ: Îranê, êrîsa Hamasê erê kir!

WSJ: Îranê, êrîsa Hamasê erê kir!

PeyamaKurd- Rojnameya Amerîkî Wall Street Journal (WSJ) îdia kir ku Îran di plansazkirina êrîşa li dijî Îsraîlê de alîkariya Hamasê kiriye û erêkirina dawî ya operasyonê roja duşema borî daye.

Piştî destpêkirina şerê navbera Îsraîl û Filistînê, rojnameya Wall Street Journal a Amerîkî îdiayeke girîng kir û diyar kir ku Îran li pişt êrîşa Hamasê ye.

Rojnameyê îdia kir ku Îranê jî di operasyonê de cih girtiye û îdiayên xwe bi vî awayî berdewam kirin:

"Rayedarên ewlehiyê yên Îranê, alîkariya Hamasê kir ku êrîşa sosret a roja şemiyê ya li dijî Îsraîlê organîze bike û di civîna duşema borî ya li Beyrûdê de li ser êrîşa navborî nêzîkahiyeke erênî nîşan daye.

Fermandarên "Hêza Quds" ku di nav wan de Fermandarê Giştî yê Pasdarên Şoreşa Îranê Îsmaîl Qaanî jî heye, ji tebaxê û bi vir ve herdu hefte carekê bi rayedarên Hamas û Hizbullahê re dicivin û heta hûrgiliyên herî biçûk ên êrîşê plan dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin