PeyamaKurd- Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Mîsyona Îstîqrara Yekbûyî ya Piralî ya Malî (MINUSMA) ya Neteweyên Yekbûyî (NY), li dijî konvoya wan êrîşeke çekdarî hatiye kirin û di encamê de 3 kes hatine kuştin.
Di daxuyaniya MINUSMAyê de hat diyarkirin ku çekdarên nenas êrîşî karwana lojîstîkê yên ku li cihê Ansongo ya li hundirê welêt diçûn kirin.
Li gorî agahiyên destpêkê, di êrîşê de 3 sivîl hatin kuştin û 11 kes jî birîndar bûn.
Hat zanîn ku di heman rojê de 15 kîlometre pêşiya konvoyê cara duyemîn rastî êrîşê hat lê belê di wê êrîşê de ziyanên canî çênebûn.
Konvoya ku ji cihê Labezzaga ya li ser sînorê Nîjerê ber bi Ansongo ve diçû, ji 35 kamyonan pêk dihat.
Li gorî agahiyên fermî, heta niha tu aliyekê berpirsyariya êrîşê hilnegirtiye.
MINUSMA ya ku di 25ê Nîsana 2013an de piştî qeyrana ewlehiyê ya li Maliyê derketibû hat avakirin, zêdeyî 13 hezar leşker û nêzî 2 hezar polîs hene.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin