Zelensky: Em ser vediguhêzin nava Rûsyayê

Zelensky: Em ser vediguhêzin nava Rûsyayê

PeyamaKurd – Piştî ku Wezareta Rewşa Awarte ya Rûsyayê rewşa awarte li herêma Kursk a Rûsyayê ragihand, serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky diyar kir ku Kîev hewl didin şer veguhêzin hundirê Rûsyayê.

Serokê Ukraynayê Volodimir Zelensky got, Kîev hewl dide şer veguhêze hundirê Rûsyayê.

Zelensky di axaftina xwe de diyar kir, her tim fermandarê hêzên çekdar raporên li eniyê yên li ser tevgerên artêşa Ukraynayê û veguhestina şer li xaka dijber amade dike. Ukraynayê xwe îsbat kir ku dikare zextê li dijmin bike.

Li gorî Reutersê, piştî artêşa Ukraynayê bi awayekî mezin vê hefteyê derbasî herêma Kurs a Rûsyayê bû, Wezareta Awarte ya Rûsyayê li herêmê rewşa awarte ragihand.

Di navbera hêzên Rûsya û Ukraynayê de ji 3 rojan ve, piştî Ukraynayê derbasî sînorê herêma Kursk a Rûsyayê bû, şer dewam dike.

Li gorî agahiyan, nêzî hezar leşkerên Ukraynayê di saetên sibeha sêşemê de bi tank, erebeyên leşkerî bi piştigriya balafirên bêmirov û topavêjan derbasî Kursk bûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin