Neteweyên Yekbûyî banga aramkirina rewsê kir...

Neteweyên Yekbûyî banga aramkirina rewsê kir...

PeyamaKurd – Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Lubnanê (UNIFIL), li ser zêdebûna rageşiya li ser sînorên Îsraîl-Lubnanê bangewaziya aramiyê kir.

UNIFILê ji bo rewşa li ser sînoran hîn xirabtir nebe bangewazîya aramiyê li herdu aliyan kir.

Hêza UNIFIL ku ji bo kontrola ‘Xeta Şîn’sînorên Lubnan-Îsraîlê hatiye erkdarkirin li ser bersivdana Îsraîlê ya êrîşa ku îro 8ê Cotmehê ji nav Lubnanê hatibû kirin, ragihand ku ew bi herdu aliyan de di pêwendiyê de ne û hêzên wan jî li ser erka xwe ne.

Ji herdu aliyan re bang hate kirin ku bi aramî tevbigerin û rê nedin rewş hîn xirabtir bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin