PeyamaKurd – Piştî êrîşa Îsraîlê ya ser Xezzayê ku niha herkes bûye penahinde, Neteweyên Yekgirtî bang kir ku ji bo Xezzayê bi miqdarê 2,8 milyar dolarî alîkariyê bikin. Koordînatorê karên mirovî yê NY Andrea de Domenico, bi rêya video-konferansê tev lîkonferansa NY bû û got wê ji bo 2,8 milyar dolarî banga alîkariyê bikin.
De Domenico got ku li Şerîda Xezzayê ji bo bi birsê re têbikoşin ji destê wan çi tê dikin lê ewlehî qet tine. Bomenico got ku xida, hijyen, av û dezgeyên tenduristiyê nemane. Her weha zanko qet nemane ku xwendevan tê de bixwînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin