COVID-19 | 8 wefat û 637 pêketiyên nû hatin tomarkirin

COVID-19 | 8 wefat û 637 pêketiyên nû hatin tomarkirin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 demjimêrên borî de 637 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 8 kes jî pê mirine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya îro 28ê Gulanê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 593 kes bi vîrûsa koronayê ketine ku 114 kes li Hewlêrê, 261 kes li Silêmaniyê, 219 kes li Duhokê, 36 kes li Germiyanê û 7 kes li Raperînê ne.

Wezaretê diyar kir ku di nav 24 demjimêran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dane û 860 kes jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên korona li Herêma Kurdistanê gihîşt 168664 kesan, ya mirinan bû 4261 kes û ji destpêkê heta niha 153965 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin