Tanrikulu li ser "qeyûm" daxuyanî da

Tanrikulu li ser "qeyûm" daxuyanî da

PeyamaKurd – Daxuyaniya "Qeyûm" ya Tanrikûlû, Parlamenterê Diyarbekirê û Cîgirê Serokê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisa Mezin a Tirkiyeyê Sezgîn Tanrikûlû îro çû Girtîgeha Sîlîvriyê.

Sezgîn Tanrikûlû serdana, Osman Kavala ku ji Doza Geziyê di girtîgehê de tê darizandin, Can Atalay û Tayfun Kahraman Serokê Rûmetê yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) Selçûk Kozagaçli û Bekîr Kaya ku qeyûm li şûna wî tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê hatibû kirin kir.

Tanrikûlû têkildarî serdana girtîgehê jî got, “Bi awayekî neheq û li dijî rêgezên darazê hatin darizandin. Li dijî wan qanûnên sûc ên dijmin hatin sepandin. Pêvajoyên edlî berdewam dikin. Baweriya wan bi tevahî heye ku rojekê edalet pêk were. Em ê bi hevre bin û pêvajoyan bişopînin."

Tanrıkulu, derbarê betalkirina Şaredarê Colemêrgê yê Partiya DEMê Mehmet Siddik Nakit û tayînkirina Parêzgariya Colemêrgê Alî Çelîk weke Wekîlê Şaredar de wiha got:

“Tayînkirina qeyûman desteserkirina îradeya gel e! Li dijî vîna gel hewldana darbeyê ye. Rêbazeke ku ji sala 2016an ve tê ceribandin û ti encam jê derneketiye. Ji dema ku ev pêşnûme ji Meclîsê re hat em li dijî pratîka qeyûman derketin. Me hem di sala 2016an de hem jî li dijî qeyûmên ku tavilê piştî hilbijartinên 2019an hatin tayînkirin, derketin.

Di ser hilbijartinan re tenê du meh derbas bûn. Şaredarê ku dadgehkirina wî hê jî berdewam dike û tu mehkûmê wî tune ye, ji kar nayê dûrxistin! Ger were girtin, parêzgar nikare wekî qeyûm were tayînkirin. Ger ku mehkûmî bi dawî bibe, heke li ser we mehkûmiyeta dawî hebe, çalakiya ku were kirin diyar e. Di Meclîsa Şaredariyê de hilbijartin tê kirin û şaredarê nû tê hilbijartin. Ji bilî vê tiştekî din li dijî hiqûqê ye!”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin