Alî Babacan: Divê pêdiviya stargehan bê çareserkirin

Alî Babacan: Divê pêdiviya stargehan bê çareserkirin

PeyamaKurd- Serokê Giştî yê Partiya DEVAyê Alî Babacan, di derbarê mexdûriya ziyandîtiyên erdhejê de axivî û diyar kir ku piştî erdhejên navenda Mereşê, divê bi lezgînî pêwîstiya stargehê li herêmê bê çareserkirin.

Alî Babacan, di civîna serokên parêzgehên bi rojeva erdhejê ku li otelekê hat lidarxistin de axivî, endamên partiyê yên di erdhejê de can dane bi bîr hanî û got,

“Me li welatê xwe gelek canên xwe ji dest dan. Ez careke din ji hemû welatê me re sersaxiyê dixwazim. Bila rihên hemû hevalên me yên di vê erdhejê de jiyanên xwe ji dest dane, şad bin.”

Babacan diyar kir ku piştî erdhejê, di 48 saetên pêşîn de xebatên lêgerîn û xilaskirinê bi têra xwe nehatine pergalkirin.

Serokê DEVAyê Babacan diyar kir ku ew hewil didin ji aliyekê ve pirsgirêkên welatiyan tesbît bikin, li aliyekê êşê parve bikin, li aliyê din jî hewcedarî û derfetan bi cih tînin.

Babacan bal kişand ser pêwîstiya herî lezgîn a stargehan û got,

“Pêdiviya lezgîn bi stargehan heye. Bi şev bi rastî sar dibe. Em hîn di zivistanê de ne û mirov hîn jî bi şev di nav vê sermayê de agir vêdixin, xwe di betaniyan de dipêçin û li dora wî êgir radikevin. Pirsgirêka destavxane û serşokan hîn jî heye.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin