PeyamaKurd – Îro berpirsên Finlandiya, Swêd û Tirkiyê li ser gotûbêjkirina proseya cîbicîkirina peymana sê alî ya ku di 28ê Hezîrana îsal de îmze kiribûn dicivin.
Beriya niha bi du rojan Wezareta Karên Derve ya Swêdê Ann Linde diyar kiribû ku îro Înê di 26ê Tebaxa 2022an de li Finlandiyayê bi beşdarbûna Tirkiye û her du welatan wê civîneke nirxandinê bê lidarxistin û ev civîn wê bibe yekemîn civîna Mekanîzmaya Hevbeş a Daîmî.
Li gor zanyariyan, tê pêşbînîkirin ku di şanda Tirkiyê de Cîgirê Wezîrê Karên Derve Sedat Onal, Şewirmendê Polîtîkaya Karên Derve yê Serokomar û nûnerên Wezareta Navxwe û Edaletê û berpirsekî payebilind ê Saziya Îstîxbarata Nîştimanî (MIT) cih bigrin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin