Welatiyekî Kurd li ber çavên hevjîna wî hat kustin

Welatiyekî Kurd li ber çavên hevjîna wî hat kustin

PeyamaKurd Welatiyekî Kurd li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê komên çekdar ên girêdayî Tirkiyê ve, li ber çavên hevjîna wî hat kuştin.

Li gor çavkaniyên xwecîhî diyar kirin, Murad Berazî ku şêniyê gundê Mamelo yê ser bi nahiya Mabata bû, li pêşiya çavê hevjîna wî Ferîde Osman hat kuştin. Li gorî wan çavkaniyan, çekdaran rasterast gule berdanê û ew kuştine.

Zanyarî eşkere dikin, dema ku Murad Berazî ji xaleke kontrolê derbas bûye, çekdaran ew aciz kirine û destdirêjî lê kirine, wî jî xwe û hevjîna xwe parastiye, çekdaran yekser li pêşiya çavê hevjîna wî gule berdanê û ew kuştine.

Herwiha hevjîna wî jî bo cihekî nediyar hatiye birin û heya niha çarenivîsa wê jî nediyar e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin