PeyamaKurd- Wezareta Berevaniya Rusyayê ragihand ku Rusyayê komkeştiya xwe ya deryayî ya Pasîfîkê xist rewşa amadebaşiyê ya herî berz.
Li gorî ajansa nûçeyan a RIAyê, Wezîrê Berevaniya Rusyayê Sergey Şoygu, bi rêya daxuyaniyek got ku "Armanca sereke ya vê vekolînê, zêdekirina şiyana Hêzên Çekdar a ji bo bipaşxistina êrîşa dijminekî muhtemel a ji okyanûs û deryayê."
Şoygu diyar kir ku ev yek bi armanca tesbîtkirin û başkirina amadebaşiya hêzên leşkerî hatiye kirin û wiha got: “Îro saet di 09:00an de Komkeştiya Pasîfîkê hat çalakkirin û dest bi ketina rewşa amadebaşiyê ya ji bo şer kir."
Şoygu, di derbarê vê biryarê de hûrgiliyên heyî, bi vî awayî ragihandin:
"Armanca teftîşê ew e ku hêza hêzên çekdar ji bo bipaşxistina êrîşên li okyanûs û deryayê yên dijminekî potansiyel baştir bike. Pêwîst e ku komkeştî di demeke kin de ji bo operasyonên şer amade bibin û bi amadekirina plansaziyek perwerdehiyê ya li gorî fermana Serfermandariya Giştî li herêmên deryayê yên nêzîk û dûr, perwerdehiya şer pêk bînin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin