PeyamaKurd – Hat destnîşankirin ku Serokomarê Ukraynayê Volodomir Zelenskiy wê serdana Qesra Spî û Kongreya Amerîkayê bike.
Karbidestên Amerîkî ku nexwestin navên xwe eşkere bikin diyar kirin, serdana Zelenskiy wê piştî beşdarbûna wî di Civata Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de ku hefteya bê li New Yorkê bê lidarxistin, pêk were.
Hat ragihandin, Zelenskiy wê roja Pêncşemê hefteya bê bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re li Qesra Spî bicive.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin