Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Avusturya re civiya

Nêçîrvan Barzanî bi Wezîrê Derve yê Avusturya re civiya

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, di serdana xwe ya Vîyenayê de bi Wezîrê Derve yê Avusturya re civiya.

Hate ragihandin ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro 2yê Tîrmehê, li Vîyenayê li avahiya Wezareta Derve ya Avusturyayê bi Wezîrê Derve yê Avusturya Alexander Schallenberg re civiya.

Nêçîrvan Barzanî şeva borî ji bo serdaneke fermî gihîştibû paytexta Avusturya Vîyenayê.

Wê Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya serdana xwe de bi Serokomarê Avusturya re jî bicive û danûstandinan li ser berfirehkirina pêwendiyan, derfet û warên pêşxistina pêwendiyên Avusturya-Iraq û Herêma Kurdistanê bike.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin