Îsraîlê, li Xan Yûnis û Refahê da: Bi dehan kustî hene!

Îsraîlê, li Xan Yûnis û Refahê da: Bi dehan kustî hene!

PeyamaKurd- Wezareta Karên Navxweyî ya Filistînê ragihand ku di êrîşa Îsraîlê ya li dijî malên li Xan Yûnis û bajarê Refahê yên li başûrê Zîvala Xezayê de bi dehan kesan can dane.

Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî Xan Yûnis û bajarê Refahê yên li başûrê Zîvala Xezayê de 71 kesan can dane.

Her wiha Neteweyên Yekbûyî (NY) jî diyar kir ku artêşa Îsraîlê Xan Yûnis û herêmên din ên li başûr ku sivîlên li bakurê Xezayê dixwestin ji wir derkevin bombebaran kir.

Di daxuyaniya ku ji aliye Ajansa Alîkariya Penaberên Filistînê ya Neteweyên Yekbûyî (UNRWA) ve hat dayîn de hat diyarkirin ku bombardûmanên dijwar ên hêzên Îsraîlê yên ji hewa, derya û bejayê dewam dikin û hat gotin ku

"Tevî talîmata ku artêşa Îsraîlê ji bo gelê li Xezayê biçe başûr, êrîşên li ser Xan Yûnis û herêmên din ên başûr dewam kirin."

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin