Tirkiye S-400 ên xwe test kir

Tirkiye S-400 ên xwe test kir

PeyamaKurd – Dîmenên S-400 ên Tirkiyê cara ewilî hatin belavkirin. Sîstema parastinê ya fuzeyên menzîldirêj ya bi navê Siper weka sîstema parastinê ya S-400 an ya Tirkiyê hat binavkirin.

Fuze ji aliyê sanayiya parastinê ya Tirkiyê de testa wê hat kirin. Mijar ji aliyê serokê sanayiya parastinê ya bi ser serokkomartiyê de, ji aliyê serokê wê İsmail Demir de di ser hesabê wî yê Twitterê hat belav kirin. Di ser hesabê xwe de Demir weha got:

“Sîstema me ya netewî ya parastinê ya menzîldirêj û bi qatmanên zêde ya bi navê Siper, me xebatên xwe yên di derbar de temam kir. Di sala 2023 an de em plan dikin ku bixin nav lîsta envanteran. Wê bi Siperê tehdîdên li hemberê me bên kirin, em ê bi xwurtî berteref bikin.

Em hiberîna sîstema parastina hewayî dewam dikin. Me di hinek qedemeyan de sîstema xwe xiste dewrê. Niha ji bo qedemeyên pêştir em ber bi Siperê ve diçin. Me testekî dinê kir û testên me dewam dikin. Wê berhemên me, di gelek cûre û menzûlan de bên hilberîn.”

Projeya parastina hewayî ji aliyê ASELSAN, ROKETSAN û TÜBİTAK SAGE de tê meşandin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin