PDK: Me li Silêmaniyê 2 kursî bi dest xist

PDK: Me li Silêmaniyê 2 kursî bi dest xist

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Silêmaniyê di hilbijartinên Encûmena Nûneran a Iraqê de, 2 kursî bi dest xist û kursiyek din jî di rikaberiyê de ye.

Rêveberê Liqê 4 ê PDKê li Silêmaniyê Kamran Xerîb diyar kiriye, li parêzgeha Silêmaniyê 2 kursiyên PDKê misoger bûne û kandîdekî din jî rikaberiyê li ser kursiya sêyemîn dike.

Rêveberê Liqê 4 ê PDKê li Silêmaniyê daye zanîn: “Bêgûman, ev encameke dilxweşker e.”

Hrwiha destnîşan kiriye: “Me wek PDKê, bangeşeya xwe bi awayekî aram û tendirust birêve bir û xelkê jî bawerî bi PDKê anî.”

Kamran Xerîb eşkere kiriye: “Di van hilbijartinan de wek hilbijartinên din, gelek têbînî di proseya dengdanê de hebûn. Ya girîng, divê em diyar bikin ku Kurdistan beşeke girîng a hikumraniya Iraqê ye û divê wê peyamê bigihînin aliyên Iraqî ku Kurd bi hemû pêkhate û partiyên xwe, bi yekrêzî daxwaza mafên xwe dikin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin