Kurdekî din ê navdar bêxwedî mir

Kurdekî din ê navdar bêxwedî mir

PeyamaKurd - Salih Îzzet Erdîşê ku di nav gel da bi navê "Salih Mîrzabeyoglu" dihat naskirin û 7ê Gulanê mêjiyê wî îflas kiribû di 68 saliya xwe de wefat kir.

Li gor agahiyan Erdîşê ku xwîn çûbû ser mêjiyê wî û li Nexweşxaneya Dewletê ya Yalovayê dema dihat dermankirin 7ê Gulanê mêjiyê wî îflas kiribû li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Dr. Siyamî Ersek ya li Stenbolê wefat kir.

Salih Îzzet Erdîşê ku ji doza ÎBDA/Cyê mehkûm bû û bi salan di zîndanê de ma li ser daxwaza Erdîş cardin hatibû darizandin û hatibû berdan. Salih Îzzet Erdîş bi hinceta "ji ber ku li gorî hiqûqê delîlên teqez û pêbawer nehatine peydakirin" beraet kiribû. 

Salih Mîrzabeyoglu neviyê Mûsa Begê Kurd e. Mûsa Beg jî kurê Mîrza Beg e ku mezinê Eşîreta Motkiyan e. Salih Îzzet Erdîş jî, ji bo bapîrê xwe yê mezin Mîrza Beg, navê Mîrzabeyoglu li xwe kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin