PeyamaKurd – Wezareta Navxwe ya Tirkiyê giştînameyeke ku çend biryarên nû derbarê vîrusa koronayê de tê de en ji 81 bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê re şand.
Li gorî giştînameyê kesên karantîneya malê binpê bikin, wê dema mayî ya karantîneyê li nivîngehên xwendekaran û pansîyonan li derveyî mal û malbata xwe berdewam bikin û heqê nan û mesrefên xwe jî ew bidin.
Herwiha dema karantîneyê dê serdan qedexe bin û kesên karantîneyê binpê bikin jî li gorî yasayan werin cezakirin.
Hêjayî gotinê ye, beriya giştînameya wezaretê jî çend parêzgerên bajaran bi zêdebûna haletên koronayê re ji bo kesên karantîneyê binpê bikin biryara mayîna li nivîngehan standibûn, lê wezarê ew biryara ji bo 81 bajaran ragihand.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin