Îsraîl: 169 leskeran can dan!

Îsraîl: 169 leskeran can dan!

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand, hejmara leşkerên wan ji sibeha roja Şemiyê 7ê Cotmehê ve hatine kuştin 169 e.

Di daxuyaniya ku ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hat dayîn de, nasnameya 14 leşkerên hatin kuştin, hatin eşkerekirin.

Li gorî vê, hejmara leşkerên Îsraîlê yên ku ji sibeha roja Şemiyê 7ê Cotmehê ve di pevçûnan de hatin kuştin û tespîtkirin derket 169an.

Ji aliyê din ve di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Hamasê 4 hezar û 500 roket avêtine Îsraîlê û artêşa Îsraîlê jî ji Şerîda Gazzeyê 2 hezar û 329 hedef xistine.

Baskê çekdar ê Hamasê Tûgayên Îzzeddîn El-Qassam, sibeha 7ê Cotmehê bi navê "Tofana Eqsayê" êrîşeke berfireh li dijî Îsraîlê pêk anî.

Di dema ku bi hezaran roket ji Gazzeyê ber bi Îsraîlê ve hatin avêtin, komên çekdar ên Filistînê êrîşî Deriyê Sînor ê Beyt Hanûn-Erezê yê li ser sînorê Gazze-Îsraîl kirin û desteser kirin.

Komên çekdar piştre ji vir derbasî nav niştecihên nava Îsraîlê bûn û artêşa Îsraîlê bi dehan balafirên şer êrîşî Gazzeyê kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin