PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê James Mattis li ser operasyona Sûriyê got: "Artêş ji operasyonê re amade ye, em amade ne bijarteyên muhtemel pêşkêşî Trumpî bikin."
Mattis di daxuyaniya xwe de li ser mudaxeleya Sûriyê wiha nirxandin kir: "Artêşa Amerîkayê eger weke guncaw bibîne, ji bo çalakiyên leşkerî amade ye û ewê bijardeyên leşkerî pêşkêş bikin".
Der barê îdiayên êrîşên kîmyayî yên li dijî sivîlan li Sûriyeyê de ji Mattisî hat pirsîn, gelo têra xwe delîl hene ku Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esed wek berpirsyarê wê êrîşê bê nîşandan? Wezîrê Amerîkî wiha bersiv da: "Em li gel hevalbendên xwe îstîxbaratan berhev dikin. Em li ser vê dixebitin".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin