PeyamaKurd- Şîrketa Amerîkayê ya bi navê Aladdin Middle East ê bo li bajarê Sêrtê li petrolê bigere, seredana rûxsatê kiribû û Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî rûxsata wan da wan.
Rûxsata ku Tirkiyê daye şîrketa Aladdin Middle East ê bo 5 salaye.
Piştî Aladdinê rûxsata xwe sitend di pey wê de şîrketa Çekê ya bi navê Gazelle Energy seredana Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî kir. Gazelle Energy bo du deveran doza rûxsatê kir û îzna wan di rojnama fermî ya Tirkiyê de hat belavkirin.
Her dû şîrket jî di demeka ku bihayê petrola dinyayê gelek zêde ye de seredana rûxsatê kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin