PeyamaKurd – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di merasîma ragihandina îdareya serxwe ya Soran de axivî û diyar kir, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê em hemû erkdar kirin ku di demeke kurt de biryara îdareya serbixwe ya Soranê bê bicîhanîn.
Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed, îro di gotara xwe ya merasîma ragihandina îdareya serbixwe ya Soran de da zanîn: ‘‘Biryara bi îdarebûna Soran, ji bo zêdetir avadaniya navçeyê ye.''
Rêber Ehmed di derbarê rola dîrokî ya sînorê Soran a di tevgera rizgarîxwaziya gelê Kurdistanê de destnîşan kir: ‘‘Her çiya û zinarekî Soran de, destaneke mezin ê Kurdîniyê hatiye tomarkirin, ku wisa dike mirov bi dîtina wan çiyayan hestên wî yên Kurdbûnê bihêz bibe.''
Rêber Ehmed eşkere kir: ‘‘Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, pêşniyara bi îdarebûna Soranê li Encûmena Wezîran kir û li Encûmena Wezîran hate pejirandin.’’
Wezîrê Navxwe eşkere kir: ‘‘Wezareta me dest bi karbûye ji bo vekirina rêveberiyên wezaretê li îdareya serbixwe ya Soranê.’’
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin