PeyamaKurd - Bajarokê Weyselqeranî ya Hawêla Sêrta Bakurê Kurdistanê ji ber zêdebûna haletên tûşbûna koronayê bo dema 14 rojan hat karantînakirin.
Di rojên dawî de dîsa şewba vîrûsa corona (Covid-19) li bajarên Bakurê Kurdistanê belav dibe. Bajarokê Weyselqeranî ya Hawêla Sêrtê bi sedema ku di demên dawiyê hejmarên haletên tûşbûna koronayê (Covid-19) lê zêde dibin bo dema 14 rojan hat karantînakirin.
Qeymeqamiya Hawêlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku di navbera jî îro 21ê Gulanê û heta 3ê Hezîranê bajarok ji çûnûhatinê re hatiye qedexekirin.
Hêzên ewlehiyê li ser rêyên derketinê xalên kontrolê danîn û welatî dê heta 14 rojan nikaribîn ji wî bajarokî derkevin.
Ji aliyê din ve, li navçeya Wêranşarê ya parêzgeha Rihayê li Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya rênimayên rêgirtina li ber koronayê de, 2 tax û 3 avahî hatin kerentînekirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin