PeyamaKurd - Wezareta Derve ya Îranê da xuyakirin ku serweriya Iraqê ji bo Îranê xeta sor e û nabe Iraq rastî desdirêjiyekê were.
Berdevkê wezareta derve yê Îranê Seîd Xetîbzade, îro 7ê Îlonê ji rojnamevanan re ragihand, hikûmeta Îranê ti demekê danûstandinê li ser asayîşa welatê xwe nake û got, welatê wan siyaseta cîrantiya baş ligel cîranên xwe birêve dibe û serweriya Iraqê jî wek xeta sor pênase dike.
Berdevkê wezareta derve yê Îranê diyar kir, nabe Iraq rastî ti destdirêjeyekî li ser sînorê xwe bê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin