"Koreya Bakur nêzî 200 top avêtin"

"Koreya Bakur nêzî 200 top avêtin"

PeyamaKurd – Koreya Başûr ragihand ku Koreya Bakur nêzî 200 top avêtine.

Serfermandariya Giştî ya Koreya Başûr derbarê mijarê de daxuyanî da.

Li gorî daxuyaniyê, Koreya Bakur li gorî saeta herêmî di navbera saet 09.00-11.00an de ji Kefa Deungsan a li bakurê Girava Yeonpyeong a li ser sînorê rojavayê Başûr nêzî 200 top avêtine.

Gule li herêma tampon li bakurê Xeta Sînorkirina Bakur, ku defakto sînorê deryayî yê bi Koreya Bakur re ye, ketin.

"Fermana valakirina ji Koreya Başûr"

Di daxuyaniya ku ji aliyê rayedarên Koreya Başûr ve hat dayîn de hat ragihandin ku ji sivîlên li Girava Yeonpyeongê biryara tehliyeyê hatiye dayîn.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku avêtina topan weke provokasyoneke leşkerî hatiye nirxandin.

Rêberê Koreya Bakur Kim Jong-un diyar kir ku Seûlê Koreya Bakur weke 'dijmin' îlan kir û destnîşan kir ku yekbûna her du welatan 'ne mimkûn e'.

Kim ji bo "guhertineke tund" di têkiliyên her du welatan de, bal kişand ser wê yekê ku Koreya Başûr û Koreya Bakur bûne "du welatên dijminê şer."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin