PeyamaKurd – Rêveberiya Îranê li ser kuştina Fermandarê Hêza Qûds a Pasdarên Îranê Qasim Suleymanî, biryara girtina Serokê Amerîkayê Donald Trump derxist û ji polîsê navdewletî Interpolê jî ji bo desteserkirina Trump alîkarî xwest.
Serdozgerê Tehranê El-Kasî Mehr diyar kir ku ji bilî Trump û 30 kesên din bi kuştina Suleymanî berpirsiyar hatine dîtin.
Li gorî ajansa ISNA ya Îranê, Serdozgerê Tehranê beyî ku behsa kesên din bike proseya yasayî bo Trump daye destpêkirin û ji hejmarek navên eşkere nekirine jî tevî Trump ji Interpolê daxwaza derxistina ‘bultena sor’ kiriye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin