PeyamaKurd – Îranê îro êrîşî çend binke û baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên di nav axa Herêma Kurdistanê de kir û di encamê de şehîd û birîndar hene.
Li gor Serokê Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) Husên Yezdanpenah ji Rûdawê re diyar kiriye, di encama êrîşan de “şehîd û birîndarên me hene.”
Hat zanîn ku di êrîşên îro de binke û baregehên Komele, Demokrat û PAKê hatine armanckirin.
Herwiha heta niha bi rastî nehatiye piştrastkirin ku êrîş bi moşekan an jî bi dronan bûye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin