PeyamaKurd – Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Nasir Kenanî diyar kir, Îran pêşniyara Welîehdê Siûdiyê ya ji bo destpêkirina hevdîtinên fermî û siyasî yên di navbera Îran û Siûdiyeyê de pejirandiye.
Li gor Nasir Kenanî destnîşan kir, Welîehdê Siûdiyeyê pêşniyar kiriye ku hevdîtinên fermî û siyasî yên di navbera Îran û Siûdiyeyê de li Bexdayê destpê bikin û Îran jî bi kêfxweşî ve ev pêşniyara han pejirandiye.
Herwiha da zanîn, ev peyama Siûdiyeyê bi rêya Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Fûad Husên ve gihîştiye wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin