PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Îranê yekem haleta pêketina ûreya Omicron a vîrûsa guherî ya koronayê ragihand.
Serokê Navenda Pêwendiyên Giştî û Zanyariyan a Wezareta Tendirustiyê Mihemed Haşimî ragihand, îro civînek bi amadebûna Wezîrê Tendirustiyê hatiye lidarxistin û tê de pêketiya yekem haleta Omicronê li Îranê hat piştraskirin.”
Haşimî gotiye, ew kesê bi Omicronê ketiye, rêwiyekî Îranî ye û berî demeke nêzîk ji welatekî ciran hatiye.
Serokê Navenda Pêwendiyên Giştî û Zanyariyan a Wezareta Tendirustiyê daye zanîn, piştî civîna ku wê protokolên tenduristiyê werin guftûgokirin encam û rênimayên taybet bi rêgirtina li belavbûna Omicronê jî dê werin ragihandin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin