Iraq: 430 koçberên li ser sînorê Belarûs û Polanda asê mane îro vedigerin malên xwe

Iraq: 430 koçberên li ser sînorê Belarûs û Polanda asê mane îro vedigerin malên xwe

PeyamaKurd – Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyekê diyar kir, bi sedan koçerên Iraqî û Kurdistanî yên ku li ser sînorê Belarûs û Polanda asê mane, vedigerin Iraqê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed Sehaf îro da zanîn, 430 koçberên Iraqî yên ku ev çend roj in li ser sînorê Belarûs û Polanda asê mane, vedigerin malên xwe.

Ehmed Sehaf  herwiha eşkere kir, koçberên han wê bi balafira taybet ji paytexta Belarûs Mînskê, derbasî Bexdayê bên kirin û ji wir jî derbasî bajar û deverên xwe bên kirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin