Iraq wê mûçeyên fermanberên Kurdistanê bisîne

Iraq wê mûçeyên fermanberên Kurdistanê bisîne

PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, Bexda berdewam dibe li ser şandina 317 milar dînarên ku ji bo mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê dişîne û tekez kir, ku ew hêvî dikin berî cejnê ew pere bigihe Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sefîn Dizeyî di daxuyaniyeke li gel Rûdawê de  ragihand: Bexda berdewam dibe li ser dana wê 317 milyar dînarê ku mehane ji Herêma Kurdistanê re dişîne, û ji ber ku dabeşkirina wê di banka navendî de di navbera 18 heta 21ê mehê de dibe, ji meha 3an ve heta niha bi rêkûpêkî hatiye, tenê ji meha bihorî ve nebe ku ji ber cejnê di 12-6 de şandin.

Derbarê serdana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bo bexdayê û hevdîtina wî ligel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî de, Dizeyî diyar kir: “Çend dosye hene, rast e ku ew dosyayên ku hene, mumkin e di vê civînê de yan civînên din de neyên çareserkirin, lê belê mijara petrolê weke mînak yek ji wan pêşniyaran bû, ku berî şeş mehan li Korbenda Davosê jibo birêz Ebadî hatibû pêşniyarkirin, ku ew rêjeya petrolê ku pêştir di bin desthilata Hikûmeta Herêmê de bû li Kerkûkê û niha ketiye destê hikûmeta Iraqê, niha bi rêya boriya Herêma Kurdistanê bo Tirkiyê bihê şandin û Iraq xwe ji firotin û bazarkirina wê berpirs be, ew jî weke dahateke zêde bo Iraqê dibe û di wê tengaviya ku niha ketiye têde, renge alîkar be bo çareserkirina piraniya pirsgirêkan û heta beşek ji kêşeyan Herêma Kurdistanê. Ew yek pêştir weke pêşniyar hatibû pêşkêşkirin, lê belê kar li ser nehatibû kirin. Iraq pêşwazî li vê bîrokeyê kiriye û gotiye, em kar li ser wê yekê dikin û hewl jî didin, ku were cîbicîkirin.”

Di vê rewşa niha de ev civîn tiştekî baş bû. Gihandina rewşa asayî ya navbera Hewlêr û Bexdyaê, piştî wan hemû aloziyan, pêngav bi pêngav corek ji baweriyê çêdike. Herêma Kurdistanê û aliyên siyasî jî tev bi hêz ve beşdariyê di hilbijartinên Iraqê de kirin, bi armanca ku beşdariyê di parlamento û hikûmeta dahatî ya Iraqê de bikin. Xuya ye jî ku bêyî beşdariya Kurd ti hikûmetek di demên bihê de li Iraqê nayê avakirin. Hebûna Herêma Kurdistanê jibo çareserkirina kêşeyan bi rêyên destûrî û yasayî pêwîstiyek e, divê hemû aliyên siyasî bi yekdengî û bi yekrengî li Bexdayê amade bin. Hikûmet jî li gel hikûmetê karên xwe pêk bîne.

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin