Îro li seranserê cîhanê roj tê girtin

Îro li seranserê cîhanê roj tê girtin

PeyamaKurd – Îro li seranserê cîhanê roj tê girtin. Wezareta Tenduristiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derbarê wê de hişyarî da hemû hemwelatiyên Herêma Kurdistanê û got, di dema rojgirtinê de li tavê nenêrin.

Li gor zaniyariyên astronotî, wê îro li seranserê cîhanê roj bê girtin û li  hin welatên cîhanê ev bûyer wê çend seatan berdewam bike.

Li Kurdistanê jî bi dema Hewlêrê, roj wê di seat 12 û 57 deqîqeyan de bê girtin û heta seat 3yan bi şêwazeke nîveyî berdewam bike.

Wezîrê Tenduristiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzincî ragihandiye: “Ji bo parastina çav pêwîst e hemû hemwelatî agahdar bin û di dema roj tê girtin de rasterast li tavê nenêrin û li rênmayiyên vê derbarê de hişyar bin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin