Partiya rejîma Omer el Besîr hat hilwesandin

Partiya rejîma Omer el Besîr hat hilwesandin

PeyamaKurd - Konseya Demkî a Sûdanê ku piştî kotedaya dijî rejîma Omer el Beşîr ava bûye, biryara hilweşandina partî û rejîma dîktator Omer El Beşîr da.

Konseya Demkî ya bi seroktiya Hikûmeta Serokwezîr Ebdullah Hemdok biryar da ku Partiya Kongreya Netewî ya dîktator Omer el Beşîrê 30 deshilatdar bû were hilweşandin û dest deynin ser hemû mal û milkê wê.

Konseyê qanûna bi navê ‘Hilweşandina rejîma ku 30ê Hezîrana 1989an hatiye damezirandin’ hat derxistin.

Konseyê da xuyakirin, “Di nav 10 salan de wê destûr neyê dayîn ku El Beşîr ti xebatan bike û destûra ti sembola rejîm û partiyê neyê dayîn.”

Dîktatorê Sûdanê El Beşîr herwiha wekî dostê Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan jî dihat nasîn ku tevî biryara girtina wî jî ji aliyê Erdogan ve li Tirkiyê hatibû pêşwazîkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin