'Ji bo car din Ebdulmehdî bibe Serokwezîrê Iraqê hewildan hene'

'Ji bo car din Ebdulmehdî bibe Serokwezîrê Iraqê hewildan hene'

PeyamaKurd -  Siyasetmedarekî Iraqî behsa hewldana vegerandina Adil Ebdulmehdî bo serokatiya hikûmeta Iraqê dike.

Rojnameya Şerqulewsetê li ser navê siyasetmedarekî îraqî û bêyî ku navê wî eşkere bike, amaje kir, hin aliyên siyasî piştgiriya hewldana vegerandina Adil Ebdulmehdî bo serokatiya hikûmeta Iraqê dikin.

Heman siyasetmedarî ragehandiye ew aliyên dixwazin Ebdulmehdî vegerînin bo serokatiya hikûmetê ji her sê pêkhateyên kurd, sunne û şîe yên li qada siyasî ya Iraqê de bi bandor in.

Biryarbû roja 01.03.2020ê parlamentoya Iraqê bicive û dengdanê li ser kabîneya Mihemed Tofîq Elawî pêk bîne, lê ji ber aliyên kurd û sunne beşdarî civînê nebûn û wê şikest xwar.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin