PeyamaKurd – Qeymeqamiya Cizîrê, lîstika Şermola Performansê ya bi navê "Mem û Zîn” betal kir.
Li gor Şermola Performansê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir, lîstîka wan ya bi navê "Mem û Zîn” ku wê 12ê Adarê li Cizîrê bihata lîstin, bêyî sedemek bê nîşandan, ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve hat qedexekirin.
Şermola Performansê da zanîn: “Lîstika me ya Mem û Zîn ji aliyê Qeymeqamiya Cizîrê ve bê sedem hat betalkirin. Lîstika Mem û Zîn 12ê Adarê, roja Şemiyê li Navenda Çandê ya Şaredariya Cizîrê wê bihata lîstin, lewre afîş, broşur û dawetiye hatibûn şandin, bi alîkariya gelek saziyan danasînên medyaya civakî hatibûn parvekirin û 4ê Adarê jî kirêya salonê li ser hesabê şaredariyê hatibû razandin. Lê piştî du rojan (06.03.2022) Qeymeqamiya Cizîrê bi rêya telefonê em agahdar kirin ku pêşandana lîstikê hatiye betalkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin